Li Sûriyê 5 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Sûriyê 5 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyê wê vîrûsê gihîşt 409 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sûriyê 5 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyê wê vîrûsê gihîşt 409 kesan.
Wezareta Tentirustiyê ya Sûriyê ragihand, di 24 demjimêrêm bûrî de 80 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 7715 kesan, 409 kesan jî canê xwe ji dest dane. Herwiha 3444 kes jî baş bûne.
Pêştir Rêxistina Human Rights Watchdi raportekê de ragihand, amarên ku hikûmeta Sûriyê derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê de belav dike ne rast in û hejmara kesên bi vîrûsê canê xwe ji dest dane, ji yên hatine ragihandin zêdetir e.