Xebatên Destûra Sûriyeyê.. Hewas Egîd: Rejîm rêgirê destûra nû ye

Hewlêr (K24) - Endamê Desteya Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriye Hewas Egîd derheqê xebatên komîteya destûra Sûriyeyê a nû de zanyarî dan û got, "Rejîma Sûriyeyê rêgiriyê dike."

Hewas Egîd ji welatê Almanya bajarê Lubeck beşdarî bûltena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û bersiva pirsên Cemal Batun da.

Derheqê pêvajoya xebatên destûrê de dibêje, "Salek û 3 heyv derbas bûn ser xebata pêkanîna komîteya destûrê lê di warê pêşveçûnê de em dikarin bêjin 'Çi pêşveçûnên pêwîst pêk nehatin' ji ber ku rejîmê tim tim li her qonaxeka danûstandinan de xwestin ew pêşveçûn asteng bibin, negihin çi encaman."

Egîd behsa armanca komîteyê dike û amaje bo wê yekê dike ku rejîma Sûriyeyê rêgiriyê dike û wiha dibêje, "Di baweriya min de dema derbas bûyî du tiştên sereke yên nakok hebûn li ser meseleya darxistina gera 4an her wiha gera 3yan jî sedema nekarî ti pêşveçûnan bi xwe re bîne. Yek jê ew bû ku rejîmê dixwst nasnameya niştimanî ya Sûriyeyî bi rengekî çewt bide naskirin. Hinek xalên sereke danîn ku jêre dogitin sembolên niştimanî û digotin nabê ji xwesteka me cûda tiştek bête danîn. Di baweriya me de ew tiştên herî xirab bûn û tiştên niştimanî nînin.

Ji ber vê yekê me her tim şer dikir. Me hewld dida em wekî komîte derbasî pêvejoya gûftûgoyên destûrê bibin. Yek ji xalên sereke yên çêkirina vê komîteyê ew bû ku em danûstandinê bikin heta em bigihin destûra nû. Ji Sûriyeya pêşerojê re."

Hemû bersivên Hewas Egîd temaşe bikin: