Li Cerablusê di teqînekê de hejmarek kes birîndar bûn
Li bajarokê Cerablisê di encama teqînekê de, hejmarek kes ji sivîl û çekdaran birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Cerablusê di encama teqînekê de, hejmarek kes ji sivîl û çekdaran birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li nava Cerablusê motorsîklek bombekirî teqiya. Di encamê de jinek û hejmarek ji çekdarên ser bi Tirkiyê ve birîndar bûn.
Bajarokê Cerablusê ku di destê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e.
Li herêmên ku artêşa Tirkiyê rûpên çekdaran dagîr kirine û bi taybet li herêmên rojavayê Kurdistanê Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê her car teqîn tê kirin.
Berî hefteyekê li Efrînê teqînek bi riya otombîleke bombekirî li nêzîkî bazara bajêr hate kirin û di encamê de 3 kesn canê xwe ji dest dan û nêzîkî 20 kesan birîndar bûn.