Guterres: Sala 2020'an ne wek ti salên din bû
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres diyar kir, ji bo rûbirûbûna krîza herî mezin a mirovî ya piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê û vir ve destpê kiriye, pêwîstî bi 35 mîlyar Dolarî heye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres diyar kir, ji bo rûbirûbûna krîza herî mezin a mirovî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve destpê kiriye, pêwîstî bi 35 mîlyar Dolarî heye.
Guterres roja Sêşemê daxuyaniyek da û got, "Sala 2020'an ne wek ti salên din bû. Pevçûn, guhertina avhewayê û vîrûsan, mezintirîn krîza mirovî ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir afirandiye.”
Diyar kir jî: "Hejmara mirovên di bin rîska birçîbûnê de ne bi du qatan zêde bûye. Bi sed mîlyonan zarok nikarin biçin dibistanê û di nava 22 salan de asta xizaniya giran bilind bûye."
Tekez kir: "Ji bo ku di vê dema hestiyar de piştgiriya kesên rûbirûyî metirsiyê dibin bikin, pêwîstiya me bi 35 milyar Dolaran heye, da ku alîkariya pêwîst bigihe 160 milyon kesî.”
Sekreterê Giştî yê NY'yê banga agirbesta cîhanî kir û got: "Ez ji hemû aliyan nakok û kesên xwedî bandor in daxwaz dikim ku heta dawiya sala 2020'an piştgiriya banga min a agirbesta cîhanî bikin."