Biden ji bo vegera rêkeftina atomî ya Îranê amadebûna xwe nîşan da
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden ji bo vegera rêkeftina atomî ya ligel Îranê, amadebûna xwe nîşan da.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden ji bo vegera rêkeftina atomî ya ligel Îranê, amadebûna xwe nîşan da. Herwiha diyar kir ku çavdêrîkirina bernameya atomî ya Îranê, ji bo îstiqrara Rojhilata Navîn, amûra herî baş e.
Joe Biden ji rojnameya New York Timesê re axivî û ragihand: “Bêyî rêkeftina atomî ya ligel Îranê, dibe ku em duçarî rewşeke wisa bibin ku Erebistana Siûdî, Tirkiye, Misir û welatên din jî li herêmê hewl bidin çekên atomî bi dest bixin.”
Li ser pirsa "Gelo hûn amade ne vegerin rêkeftina atomî?" Joe Biden got: “Ev kar ne hêsan e, lê erê.” Herwiha diyar kir: “Îdareya nû bi niyet e, bi hevkariya hevpeyman û hevbeşên me, em beşdarî danûstandinan bibin û em rêkeftineke din encam bidin.”
Berî niha Joe Biden ragihandibû ku eger di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de bi ser bikeve, plana wî heye ku Amerîka vegere rêkeftina atomî ya ligel Îranê.
Rêkeftin û protokolek di navbera Îran û endamên herdemî yên li Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî (Rûsya, Brîtanya, Çîn, Amerîka, Fransa) û Almanyayê di sala 2015an de hatibû îmzekirin, bi mebesta rê li ber pêşxistina bernameya atomî ya Îranê bigrin.
Amerîkayê di Gulana 2018an de vekişîna xwe ji rêkeftina atomî ya Îranê, bi fermî ragihand.