Dosyeya ewlehiya Kerkûkê radestî polîsê bajêr tê kirin
Hêzên Heşda Şeibî ji Kerkûkê vekişiyane û ber bi Bexdayê bi rê ketine, li şûna wan hêzên polîsê bajêr, rewşa ewlehiyê digrin destê xwe.
Kerkûk (K24) – Hêzên Heşda Şeibî ji Kerkûkê vekişiyane û ber bi Bexdayê bi rê ketine, li şûna wan hêzên polîsê bajêr, rewşa ewlehiyê digrin destê xwe. Polîsên xwecihî ji 300 kesan pêk tên ku ji wan 100 polîsên Kurd, 100 polîsên Ereb û 100 polîsên Tirkmen in.
Nûçegihanê Kurdistan24ê Soran Kameran ji Kerkûkê ragihand: “Lîwaya 61 a taybet ku ser bi Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ye, rasterast ferman ji Serokwezîr werdigirt û berpirsê dosyeya nav bajêr bû, biryar hat û vekişiyan û tenê hinek wesayîtên wan li serbazgeha K1 mane, biryar e roja şemiya bê, bi temamî vegerin Bexdayê.”
Herwiha eşkere kir: “Biryar e dosyeya ewlehiya Kerkûkê ji polîsê xwecihî yê bajêr re were dayîn, ku ji 300 kesan pêk tên, 100 polîsên Kurd, 100 polîsên Ereb û 100 polîsên Tirkmen.”
Nûçegihanê me diyar kir: “Mijara dosyeya ewlehiya Kerkûkê, pêşniyara şanda danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû li Bexdayê, ku ewşehiya Kerkûk û deverên cihê nakokiyê, radestî xelkê deverê were kirin û hêzên biyanî bi ser bajêr de neyên ferzkirin.”
Herwiha destnîşan kir: “Ev jî pêngavek ber bi asayîkirina rewşa Kerkûkê ye, piştre jûra operasyonan jî radestî wan were kirin, beşeke din a pêngavên asayîkirina Kerkûkê ev bû, hêzên Pêşmerge beşdarî dosyeya ewlehiyê bibin.”