Li rojavayê Kurdistanê 2 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan û 33 pêketî jî hatin tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan û 33 pêketî jî hatin tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, ragihand, di 24 demjimêrên borî de mêrekî li Qamişlo û jinekê li Şehbayê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand; jê 20 mêr û 13 jin, bi giştî 33 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser  eşkere kir jî, 5 nexweşên Koronayê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 7064 kesan, ji wan 197 kesan canê xwe ji dest dane û 1037 kes baş bûne.

Ev amar di demekê de ye, Qedexeya giştî ji 26ê Mijdara bûrî ve li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê hatiye ragihandin û heta 5ê Berçile dewam dike.