Li Sirtê erd hejiya
Li navçeya Kurtalan a Sêrtê erdheja bi pileya 5.0 rû da û li navçeyên derdorê, li Qamişlo û Duhokê hest pê hate kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Misircê ya Sêrtê erdhejek bi pileya 5.0 rû da û li navçeyên derdorê, li Qamişlo û Duhokê hest pê hate kirin.
Dezgeha Hawarçûna Lezgîn û Karesatê (AFAD) da xuyakirin ku erdhej 5.0 bi pîvera Rîchterê di demjimêr 08.45'an de rû daye.
Hat diyarkirin ku erdhej li kûrahiya 20 kîlometreyî rû daye.
Li gor peyamnêrên me, erdhej li Mêrdîn, Diyarbekir, her wiha li Duhok û Qamişlo jî hest pê hatiye kirin.
Parêzgarê Sêrtê Osman Hacibektaşoglu diyar kir ku li navendên Sêrtê û navçeyên Misircê ti zirarek pêk nehatiye.