Li Efrînê 5 kesên din ji aliyê çekdaran ve hatin revandin
Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re Efrîn dagîr kirin, bi armanca standina fidyeyê, 5 welatî revandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re Efrîn dagîr kirin, bi armanca standina fidyeyê, 5 welatî revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî bi armanca standina fidyeyê ji wan, pêr 1ê vê mehê 4 welatî ji gundê Behdîna yê li navçeya Raco revandin.
Navên kesên hatine revandin Xelîl Hac Mihemend Şaban, Omer Beyrem Elo, Rifet Husên Mihemed û Ebdo Mihemed Yûsif in.
Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir jî, piştî ku Xelîl Hac Mihemend Şaban fidya 1 hezar Lîreyên dan, hate berdan. Lê çarenivîsê her sê revandiyên din ne diyar e.
Wê rêxistinê diyar kir jî, 1ê vê mehê Polîsa Leşkerî bi armanca revandinê bi ser mala Azad Îsmaîl li navçeya Şera de girt, lê ew ne li malê bû. Ji bo ku rastî dûçûnê neyê, wî bi xwe radestî wê grûpên kir.
Li gort zanyariyên wê rêxistina mafên mirovan, pêştir jî Azad Îsmaîl ji aliyê grûpên çekdar ve hatibû revandin û 6 mehan di girîgehên wan de mabû.
Li Efrînê ku niha werzê çinîna zeytûnan e, grûpên çekdar bi armanca standina fidyeyê (çi pere û zeytûn û zeyt), rojane hejmarek ji gundiyan direvînin û fidyeyê ji wan distînin.