Xebatkarên qada ragihandinê daxwaza parastina baştir dikin
Sendîqeya Ragihandin û Veguhestinê ya Şaxa Diyarbekir bi civîneke çapemeniyê bal kişand ser rewşa xebatkarên ragihandin û veguhestinê.
Diyarbekir (K24) - Sendîqeya Ragihandin û Veguhestinê ya Şaxa Diyarbekir bi civîneke çapemeniyê bal kişand ser rewşa xebatkarên ragihandin û veguhestinê. Nûnerên xebatkaran didin zanîn ku li Diyarbekirê ji 100î zêdetir xebatkar tûşî koronayê bûne û di warê bergiriyan de jî derfetên wan qels in.
Li Diyarbekirê ji aliyê Sendîqeya Ragihandin û Veguhsetinê ve bi civîneke çapemeniyê bang hate kirin ku bi taybetî ji ber zêdebûna belavbûna vîrusa koronayê wekî gelek qadan, xebatkarên qada ragihandin û veguhestinê jî di bin xetereyê de ne.
Sekretera Sendîqeya Ragihandin û Veguhsetinê ya Şaxa Diyarbekir Esra Ademhan da zanîn ku herî dawî li bajarê Samsunê xebatkarekî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye. Yek ji nûnerên xebatkaran Volkan Tuncer dibêje ji ber ku hem di saziyan de, hem jî li qadê bi mirovan re gelek dikevin têkiliyê metirsiya tûşbûnê li ser wan gelek e.
Volkan Tuncer diyar kir: “Xebatkar 24 saetan bênavber li qadê dixebitin û di bin bandora vîrusa koronayê de ne. Em dixwazin xebatkar baş werin parastin û hay ji tendirustiya wan hebin. Bila êdî xebatkar nemirin.”
Xebatkarên di qada ragihandin û veguhestinê de kar dikin tînin zimên ku ji aliyê parastina xebatkaran ve derfetên ku bo wan hatine dabînkirin têrê nakin ku xebatkar ji vîrusê werin parastin. Yek ji xebatkarên qada Ragihandin û Veguhestinê Yilmaz Tekîn amaje dike ku gelek hevalên wan tûşî vîrusa koronayê bûne û ew dixwazin baştir werin parastin.
Yilmaz Tekîn destnîşan kir: “Li Diyarbekirê ji 100î zêdetir xebatkarên ragihandin û veguhestinê bi koronayê ketine. Gerînendehiya me ya giştî dibêje rojane divê her kesek 1 maske bi kar bîne ev biryar, biryareke şaş e.”
Nûnerên xebatkarên Ragihandin û Veguhestinê didin zanîn ku li Diyarbekirê ji 40 zêdetir xalên ragihandin û veguhestinê hene lê ji ber neyîna xebatkaran nîvê van xalan girtî ne û dema wisa be hem barê xalên din giran dibe û hem jî rê li ber kombun û qerebalixê vedibe û gelek karên ku ne berpirsiyariya wan de ye jî ji dêvla banqeyan li wan hatine barkirin k udi serdema pandemiyê de xetereyê bilindtir dike.