"Divê em ji bo berjewendiyên miletê Kurd bi Tirkiyê re têkevin têkiliyê"

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Nafî Beyro li ser serdana ENKSê bo Tirkiyê axivî.

 

Hewlêr (K24) - Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Nafî Beyro derbarê serdana ENKSê bo Tirkiyê de diyar kir: “Em dibînin heta îro jî gotina Tirkiyê li qada navdewletî tê guhdarîkirin, çi li aliyê Rûsan û çi li aliyê Amerîkiyan be. Em dibêjin em peywendiyeke siyasî ya eşkere bi Tirkiyê re ava bikin li gor berjewendiyên miletê xwe û bi rengekî eşkere.”

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Nafî Beyro ji bajarê Essen a Almanyayê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser danûstandinên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) bersiv da pirsên Cemal Batun.

PYD diyar dike ku ENKS gelek merc datîne pêşiya PYNKê û ji ber vê yekê danûstandin rawestiyane. Lê belê Endamê Komîteya Peywendiyên Derve yê ENKSê Îbrahîm Biro jî destnîşan kir ku ew danûstandinên xwe didomînin.

Li ser pirsa "Gelo ew mercên ku ENKS datîne ber PYNKê çi ne?", Nafî Beyro diyar kir: “Me ti merc û şertên nû dananiye heta ku ew radigihînin merc û şertan datînin. Di beyannameya xwe de dane xuyakirin ku nûnerên ENKSê çûne Efrînê di hundirê Îtilafê de û herwiha serdana ENKSê bo Tirkiyê. Her du xalên ku dane xuyakirin, girêdayî ENKSê ne û siyaseta ENKSê ye ku dişopîne. Ev tiştekî naxweya ENKSê ye.”

Li ser wê mijarê ku serkirdeyên PYDê û General Mezlûm Ebdî jî diyar kiriye ku ew amade ne peywendiyan bi Tirkiyê re deynin, Nafî Beyro destnîşan kir: “Ne tenê Mezlûm Ebdî, serkirdeyên PYDê bi giştî beriya niha çûne û daxwazên ku li ser ragihandinê kirine dixwazin peywendiyan çi bi Îtilafê û çi bi Tirkiyê ve girêbidin. Lê derfet bo wan çênebûye.”

Nafî Beyro eşkere kir: “Me di beyannameya xwe de daye xuyakirin; peywendiya me bi Îtilafê re biryareke siyasî ye, mafê miletê me yê Kurd li ku derê were çespandin, em li wê derê ne.”

Beyro herwiha destnîşan dike: “Em dibînin heta îro jî gotina Tirkiyê li qada navdewletî tê guhdarîkirin, çi li aliyê Rûsan û çi li aliyê Amerîkiyan be. Em dibêjin em peywendiyeke siyasî ya eşkere bi Tirkiyê re ava bikin li gor berjewendiyên miletê xwe û bi rengekî eşkere.”

Li ser hinceta rawestandina danûstandinên ENKS û PYNKê diyar kir: “Hinceta wan di vê mijarê de serdana ENKSê bo Tirkiyê ye, şanda ku beriya hefteyekê çû wê derê, herwisa serdana nûnerê ENKSê yê di Îtilafê de bo Efrînê. Biryara wan ne ji cem wan e, biryara wan ji derveyî Kurdistana Sûriyê ye.”

Derbarê pirsa "Gelo ENKS birastî jî dixwaze ev diyalog bi ser bikeve?”, Nafî Beyro eşkere kir: “Bêguman, eger me nexwestana, kiryarên PYD û biryarên PKKê li ser Kurdistana Sûriyê ji 8 salan ve, me li ragihandinê behs nekiriye, em li ser ranewestiyane, me çavên xwe ji her tiştî re girt, tenê ji bo ev danûstandin pêş biçin.”