Azerbaycanê hejmara kuştiyên xwe yên şerê Qerebaxê eşkere kir

Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê hejmara kuştiyên xwe yên di şerê Qerebaxê de ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê ragihand; hejmara kuştiyên wan di şerê Qerebaxê de, ji dawiya meha Îlonê heta 10ê meha Mijdarê, gihiştiye 2 hezar û 783 leşkeran.

Wezareta Berevaniyê destnîşan kiriye ku heta niha zêdetirî 100 kes winda ne û hezar û 245 birîndar li nexweşxaneyan tedawî dibin.

Desthilatdarên "Komara Qerebaxê" ku nehatiye nasîn, duh bi şev 34 leşkerên artêşa xwe di amarên herî dawî ya kuştiyan de ragihand, bi vê yekê hejmara kuştiyan gihişte 2 hezar û 745 leşkeran.

Berîs niha jî Wezareta Tendirustiyê ya Ermenistanê ragihandibû; zêdetirî 2 hezar û 425 leşkerên wan di dema şerê Qerebaxê de hatine kuştin.