Baregeheke PDKê li Silêmaniyê rastî êrîşekê hat

Wêne: Alaya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
Wêne: Alaya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek xwepêşander êrîşî ser baregeheke PDKê li parêzgeha Silêmaniyê kirin û hewl didin wê bişewitînin.

Berpirsê Navçeya Pîremegrûn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şêrwan Ebdula ragihand, vê êvarê ve çend xwepêşander êrîşî baregeha wan dikin û hewl didin wê bişewitînin, lê ew rê li ber wan digirin.

Şêrwan Ebdula got: Niha hejmarek ji xwepêşanderan bi kevir û agir êrişî ser navenda wan dikin, lê kes birîndar nebûye.

Da xuyakirin, ku ti hêzekî ewledarîyê li deverê baregeha wan ji xwepêşanderan neparastiye û tenê bi telefonê bi wan re diaxivin û ew bi xwe berevanîyê li xwe dikin.