Efrîn.. Çekdaran 12 kes revandin
Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, zêdetir ji 12 kesan li Efrînê revandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, zêdetir ji 12 kesan li Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Feyleq El-Şam roja 4ê vê mehê bi ser gundên Basûfan, Bi’iyê û Kibêşînê yên navçeya Şêrewa de girtin û dest bi bihaneya lêgerîn û pişknînê ketin malan û zêdetir ji 10 kesan revandin.
Ji kesên hatina revandin, navên 7 kesan hatin zanîn, ew jî ev in:
-Li gundê Kibêşînê: Samir Mamed Husên, Basil Mamed Husên, Elî Kazim Elî, Ehmed Hindî Hindî.
-Li gundê Basûfanê: Riyad Elî Cuma, Rêzan Îbrahîm Erebo, Dilbirîn Erebo.
Wê rêxistinê da ragihand jî, 2 welatiyên Efrînê Welîd Abid û Mihemed Hesen Şêx Sadiq ji roja 3ê vê mehê be li bajarê Ezazê hatin revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar j revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî.