Rûsya daxwaz ji HSDê dike Eyn Îsayê radestî rêjîma Sûriyê bike

Rûsya daxwaz ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir, ji ber gefên Tirkiyê, bajarokê Eyn Îsayê radestî rêjîma Sûriyê bike.

Bajarokê Eyn Îsayê
Bajarokê Eyn Îsayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsya daxwaz ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir, bajarokê Eyn Îsayê radestî rêjîma Sûriyê bike.

Rojnameya “Şerq El Ewset” li ser zarê jêderekî leşkerî yê ji Encûmena Leşkerî ya Eyn Îsa ya ser bi HSDê ve belav kir, berî du rojan li binkeya Rûsya ya li Eyn Îsayê civînek di navbera wan, rêjîma Sûriyê û Rûsyayê de hat kirin.

Diyar kir, fermandarên Rûsî di civînê de ji HSDê re tekez kir ku gefên Tirkiyê li ser Eyn Îsayê cidî ne û Tirkiye dixwaze wî bajarî bigire.

Herwiha aşkere kir jî, fermandarên Rûsî daxwaz ji HSDê kir ku bajarokê Eyn Îsayê radestî artêşa Sûriyê bike, ta ku rê li ber gefên Tirkiyê bigire.

Wî jêderî da zanîn, Rûsya pêşniyaz kiriye, HSD wek li Heseke û Qamişlo, çarkoşeya ewlehiyê li Eyn Îsayê dan û dezgehên Hikûmeta Sûriyê û yên Rêveberiya Xweser lê bêne danîn, bi mercê ku ala Sûriyê li ser dezgehên Rêveberiya Xweser bê bilindkirin.

Nahiya Eyn Îsayê ser bi herêma Girê Sipî ve ye. Li ser riya navdewletî M4 e û 55 K.M li bakurê Reqayê dikeve.

Zêdetirî 45 rojan e herêma Eyn rastî topbarana grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve tê. Peyamnêrê K24ê li Kobanî jî duhî diyar kiribû, grûpên çekdar derdora Eyn Îsa û xaleke asayişê topbaran kiribû.

Li gor zanyariyan, ji roja 17ê meha borî û heta duhî, di encama êrîşên grûpên çekdar û Tirkiyê de, 4 welatiyên sivîl hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûne.