Li Seyîdsadiq baregehên PDK, Goran û Komela Îslamî hatin şewitandin

Baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê li Seyîdsadiq hatin şewitandin.

Baregehên Partiyan
Baregehên Partiyan

Silêmanî (K24) – Baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê li Seyîdsadiq hatin şewitandin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand; îro beşek ji xwepêşanderan êrîşî kirin ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran û Komela Îslamî li bajarokê Seyîdsadiq û şewitandin.


Nûçegihanê me herwiha eşkere kir ku xwepêşanderan hewl didin baregehên partiyên din ên li Seyîdsadiq jî bişewitînin.

Duh jî li nahiya Pîremegrûn, beşek ji xwepêşanderan êrîş kirin ser baregeha PDKê û zirareke mezin a madî gihandin baregehê û komîteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî şewitandin.

Fly Erbil Advertisment