Li Iraqê grûpeke çekdarên DAIŞê hat desteserkirin
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Iraqê girtina grûpeke çekdarên DAIŞ'ê ragihand.
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Iraqê girtina grûpeke çekdarên DAIŞ'ê ragihand.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Iraqê Lêwa Yahya Resûl ragihand, grûpeke çekdar a DAIŞ'ê hat desteserkirin. Diyar kir jî, 2 kes ji wê grûpê destê wan di komkujiya Spiker a sala 2014'an li parêzgeha Selahedînê de hebû.
Roja 12'ê Hezîrana 2014'an, çekdarên DAIŞ'ê li qesreke Sadam Husên li bajarê Tekrîtê 1700 kes kuşt. Ew komkujî, bi komkujiya Spikerê hat binavkirin.
Yahya Resûl di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, hêzên Dijeterorê bi serperiştîya Fermandarê Ooerasyonên Taybetî karîn Cîgirê Waliyê Iraqê li parêzgeha Enbarê û 3 terorîstên din jî li Felûceyê desteser bikin.