Du senatorên Amerîkî: Tirkiyê dê baca guhartina Amerîka bi Rûsyayê bide

Senatorên Komarparêz Lindsey Graham û James Lankford diyar kirin, Enqere dê berdêla veqetandina xwe ji hevpeymana xwe bi Washingtonê re bide ku li şûna wê hevpeymanek bi Moskoyê re kiriye.

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham

Navenda Nûçeyan (K24) – Senatorên Komarparêz Lindsey Graham û James Lankford diyar kirin, Enqere dê berdêla veqetandina xwe ji hevpeymana xwe bi Washingtonê re bide ku li şûna wê hevpeymanek bi Moskoyê re kiriye.

Her du senatoran Graham Lankford di gotareke bi navê "Buhayê Nêzîkbûna Tirkî-Rûsî" de ku li “Journal Street” hatiye weşandin, diyar kirin: "Gelê Tirkiyê dostê gelê Amerîka ye, lê serokên Tirkiyê hîştin ku rê li ber cezayên li ser wan bên vekirin."

Diyar kirin: "Tirkiye dê buhayê veqetandina ji hevpeymaniya xwe bi Amerîka re bide. Tirkiyê hevpeymaniya bi Amerîka re, bi hevpeymaniyeke bi Rûsyayê re guhartiye."

Gotin: "Ji sala 1952 'an û vir ve Tirkiye hevkarê Amerîkayê ye. Cihekî girîng ê Baregeha Asamanî ya Încîrlîkê ya li Tirkiyeyê ji bo têkoşîna li dijî terorê heye. Tirkiyê alîkariya bi hezaran penaberên Sûriyê kiriyê. Tirkiye bi salan e ji hemû baweriyan re civakeke vekirî ye. Tirkiye li dijî êrîşkariya Rûsyayê sekinî, lê niha rê guheriye û êdî nema bûye hevpeymaneke girîng a Washingtonê."

Destnîşan kir, “Amerîka qebûl kir ku 100 firokeyên F-35 bifiroşe Tirkiyê û li hev kir ku kompanyayên Tirk tevlî hilberîna parçeyên firokeyê bike. Lê belê Enqerê berî sê salan biryar da sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê a ji bo xistina firokeyên F-35 hatiye çêkirin bikire. Nayê qebûlkirin ku destûr ji "şêwirmendên" Rûs re bê dayîn ku li nêzî firokeya F-35'an kar bikin û sîstema radar a S-400 nêzî firokeya Amerîkî bihêlin."

Her du senatoran got in: "Rayedarên Tirk beriya ku bi Rûsyayê re li hev bikin, bi encamên giran ên wê lihevkirinê hatin hişyarkirin."

Graham û Lankford tekez kirin: "Divê Amerîka berjewendiyên xwe ji gefên Îran, Rûsya û Koreya Bakur biparêze û divê Tirkiye têbigihe encamên biryarên xwe."