Civîna sêalî ya PDK, YNK û Gorranê dest pê kir

Civîna sêalî ya PDK, YNK û Gorranê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Civîna PDK, YNK û Gorranê
Civîna PDK, YNK û Gorranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna sêalî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorranê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dest pê kir.

Civîn li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bi rê ve diçe. Her sê aliyên pêkhênerên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê guftûgo dikin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, di civînê de guftûgo derbarê xwepêşandan û aloziyên du rojên borî li parêzgeha Silêmanî û Helebceyê tên kirin.

Di du rojên borî de, hejmarek ji baregehên alîgirên aliyên siyasî û avahiyên hikûmî hatin şewitandin û li hin navçeyan jî êrîş li kadro û endamên PDKê hatibûn kirin.