Kerkûk.. Malên kurdên gundê Pelkanê tên dagîrkirin
Kurdên Pelkanê li dijî biryarê derketine û dibêjin: "Em dest ji gundê xwe bernadin".
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Heşda Şeibî û artêşa Iraqê xelkê gundê Pelkanê ya Kerkûkê agahdar dikin ku di heyama 24 demjimêran de gundê xwe vala bikin û bidin erebên hawirde, gundiyên kurd neketin bin wê fişar û zorê û alozî derket. Hêzên ewlekariyê jî hejmarek welatiyên kurd desteser kirin.
Ji Havîna îsal ve ereb hawirde bi piştevanîya hêzên ewlehiya Iraqê fişar li welatîyên kurd dikin ku dest ji axa û xaniyên xwe yên li gundê Pelkanê berdin. Lê cotyarên kurd rûbirûyî wê biryarekê bûn û ev biryar red kirin. Duhî jî 7/12/2020 hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê û polîsên Iraqê, welatiyên kurd ên gundê Pelkanê agahdarkirin ku di heyama 24 demjimêran de ji gundê xwe derkevin. Lê kurdên Pelkanê li dijî wê biryarê derketine û dibêjin: "Em dest ji gundê xwe bernadin".
Gundiyek dibêje: "Dema ku li ser kar bûn, erebên hawirde derfet dîtin ku biçin malên me û deriyên 3 malan şikandin. Herwiha Heşdî Tirkmenî jî bi wan re hatin nava gund û zextê li welatiyên kurd bikin. 6 welatiyên kurd girtin û gule berdan me û dest danîn ser hin malên kurdan, ji ber ku çeka me tune ye û jî Heşd jî bi wan re ye."
Welatiyekî din ê kurd got: "Erebên hawirde bi piştgiriya Heşda Tirkmenî bi ser malên mede girtin, li hin welatiyan dan û hinek jî girtin. Tiştek nema li neanîn serê me. Niha erebên hawirde vedigerînin Pelkanê û dixwazin wan di malên kurdan de bi cih bikin."
Wî got jî: "Bi salan e em bi kevir û daran li hemberî erebên hawide û hêzên Iraqê şer dikin. Niha xaniyê min dagir kirine û li ber çavê min tiştên malê min difiroşin. Ji bilî mala min, gelek malên welatiyên din jî hatine dagirkirin."
Pirsgirêka zeviyên kurdan li nahiya Sergeranê, vedigere sedema rêjîma Beis a rûxandî. Di sala 1987an de rêjîma Beis di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de, kurd ji gundên wê nahiyê derkirin û ereb ji navend û başûrê Iraqê anîn û zeviyên kurdan li wan belav kirin. Piştî bûyera 16 'ê Cotmehê, Parêzgarê Kerkûkê yê spandî Rakan Cibûrî dixwaze careke din vê xakê li ereban parve bike.