Hikûmeta Kurdistanê pêbendbûna xwe bi yasaya deynê ya Iraqê ragihand

Şanda Herêma Kurdistanê ya bo Bexdayê di konferanseke rojnamevaniyê de zanyariyên derbarê guftûgoyên li gel hikûmeta Îraqê eşkere dike.

Şanda Hihûmeta Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê
Şanda Hihûmeta Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Herêma Kurdistanê ya bo Bexdayê di konferanseke rojnamevaniyê de zanyariyên derbarê guftûgoyên li gel hikûmeta Îraqê eşkere dike.

Wezîrê Darayî û Aborîyê yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Ceneb ragihand, wan bi awayekî fermî bersiva hukûmeta Iraqê da û wan hemû amadehiya xwe jî ji bo rêkeftinê nîşan dan.

Wezîrê Darayî got: “Me duh nameyek ji Wezareta Darayî ya Iraqê wergirtiye, naveroka wê girêdayî yasaya qerzê ye. Me bersiva Wezareta Darayî ya Iraqê da û em amade ne naveroka vê nameyê bi cih bînin.”

Herwiha diyar kir: "Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 26ê Mijdara 2020an de nameyek ji hikûmeta Iraqê re şand û tê de amadehiya hikûmeta Herêmê ji bo rêkeftinê nîşan da. Tevî ku têbîniyên me li yasaya qerzê ya ku di Perlemana Iraqê de hatiye pesendkirin hene.”

Awat Şêx Ceneb got: "Di derbarê danûstendinên li gel Bexdayê de, di yekem sardana me de ku ligel Serokê Hikûmetê me serdana Bexda kir, heya niha Herêma Kurdistanê amade ye pabendî hemû bendên destûrê û hemû yasayên ku di perlemana Iraqê de hatine derkirin bibe".

Got jî: "Niha gok li meydana hikûmet û perlemana Iraqê ye ji bo bicihkirinê. Ji ber wê, em ji wan dixwazin ku erkê xwe pêk bînin."

Wezîrê Herêmê û endama şandeyê Xalid Şiwanî got: “Tevî gelek têbîniyên me li ser yasaya deynê hebûn, di Perlemana Iraqê de derbas bû. Îro Wezareta Darayî ya Herêmê bersiva Wezareta Darayî ya Iraqê da ku hukûmeta Herêmê razî bûye bi wê yasayê re serederiyê bike. Pêştir jî ew helwest ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve arasteyî Bexdayê hat kirin, ku erk û barên dikevin ser hikûmeta Herêmê bicih dike. Hikûmeta Herêmê alIyên xwe yên pêwendîdar ji bo bi cihanîna vê yasayê erkdar kiriye. Divê hikûmeta Iraqê jî bi erk û barên xwe rabe û budceya Herêma kurdistanê û mûçeyên karmendan dabîn bike.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah jî got: “Gelek caran tê gotin ku hikûmeta Herêmê bi rêkeftinên li gel Bexdayê pabend nebûye. lê berûvajî vê yekê rast e. Me di sê qonaxan de amadeyîha xwe nîşan da derbarê rêkeftina li ser dahatên petrol û dahtên din. Lê dive li hemberê maf û destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê bi cih werin, bi taybetî mûçeyên karmendan ku karê pêşîne ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye."

Ragihand jî: "Ji 1/12 /2019an ve hikûmeta Herêmê bi fermî pabendbûna nîşan daye, lê mixabin destjikarberdana Adil Ebdulmehdî wiha kir ku ew rêkeftin bi cîi nebe. Careke din hikûmeta Herêma Kurdistanê di 15ê Tebaxa 2020an de bi nêrîna baweriya xwe bi çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê rêkeftinek bi hikûmeta Iraqê re îmza kir û amadehiya xwe jî ji bo bicihkirina wê derbirî, lê hikûmeta Iraqê nikarî mafên darayî yên Herêma Kurdistanê peyda bike."