Li Herêma Kurdistanê 9 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 356 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Tîmeke tendirustî ya Herêma Kurdistanê
Tîmeke tendirustî ya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 356 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 356 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 89 kes li Hewlêrê, 73 kes li Silêmaniyê, 167 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 20 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê.

Herwiha ragihand; 9 kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 595 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 99214

Mirin: 3243

Başbûn: 63059

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.