Li Pênciwên pêşmergeyek şehîd bû
Li navçeya Pênciwên a ser bi parêzgeha Silêmaniyê êrîşî encûmena navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin û pêşmergeyek şehîd bû.
Hewlêr (K24) – Li navçeya Pênciwên a ser bi parêzgeha Silêmaniyê êrîşî encûmena navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin û pêşmergeyek şehîd bû.
Berpirsê navçeya Pênciwên a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Bekir Ebdulla ragihand ku bi çekên cûr bi cûr êrîşî baregeha navçeyê ya PDKê hat kirin û pêşmergeyek şehîd bû.
Bekir Ebdulla eşkere kir; ji bilî şehîdbûna pêşmergeyekî, du pêşmerge jî birîndar bûne û ew di nav baregeha partiyê de ne û li ber xwe didin, lê li derve bi gelek cûre çekan, gulle li baregehê têne berdan.
Ebdulla diyar kir: “Hinek kesên ji Pênciwên pêşrewî dikin û ew kesên hatine ser baregehame rûyê wan nixumandî ye û kesên ser bi PKKê ne û ajendaya derekî cîbicî dikin.”