Li Tirkiyê 211 kesên din bi koronayê mirin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 211 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 211 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 15 hezar û 314 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 8ê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 593 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 552 hezar û 304 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 5 hezar û 245 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 441 hezar û 151 kesan.