Encûmena Wezîran çend pirsan gengeşe dike

Çend pirsên girîng ên Kurdistanê gengeşe dike

Civîna Encûmena Wezîran
Civîna Encûmena Wezîran

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive û danûstandina bi Hikûmeta Iraqê, reşnivîsa yasaya bûdceya sala 2021an û rewşa niha ya Herêma Kurdistanê gengeşeyan bike.

Fermangeha Medya û Zanyariyan ragihand, îro Encûmena wezîran bi serperiştîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive û gengeşeyan li ser van mijaran bike:

- Pêşhatên dawî yên danûstendinên li gel Hikûmeta Federal di derbarê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û reşnivîsa yasaya budceya Federal a Iraqê bo sala 2021an.

- Bûyerên çend rojên dawî, alozî û nerazîbûn.

- Mijara destpêkirina kar û tomarkirina kompanyayên nû yên di warên tendirûstî, derman û pêdawîstiyên bijîşkî de.

Piştî civînê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevaniyê de, behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên di danûstandinên li gel Hikûmeta Federal de dike.