Mesrûr Barzanî: Hikûmet ji her kesî zêdetir li aliyê gel e
Hikûmet ji her kesî zêdetir li aliyê gel e
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konfiranseke rojnamevanî de behsa rewşa darayî yên vê dawîyê û pêwendiyên di navbera Hewlêrê û Baxdayê de kir.
Îro Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û di civînê de çend pirsên girîng ên Herêma Kurdistanê gengeşe kirin.
Ev civîn di demekê de ye, biryar e îro şandeke bilind a Hihûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serdana Bexdayê bike.
Serokwezîr di konferansa rojnamevanî de ragihand, “Îro civîna Encûmena Wezîran li ser du mijarên girîng bû. Herweha guftûgo li ser wan bûyerên nexwastî yên rojên borî rû dane û danûstandinên di navbera Herêma Kurdisanê û Hikûmeta Federalî li Bexdayê hatin kirin.
Mesrûr Barzanî got: “Bi me xweş e ji welatiyan re behsa wan rastiyan bikin. Di serî de ez dixwazim serxweşî li hemû kesûkarên qurbaniyên ku ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane bikim.”
Herwiha got: Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me her hewlek daye da ku çareyeke guncaw ji bo arîşeyên ku rastî Herêma Kurdistanê hatine bibînin û vê rewşa ne libar serraest bikin. Ji alîyekê din ve, her hewlekê didin ji bo bi Hikûmeta Iraqê re li ser bingeha mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê, bgihin rêkeftinê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: ”Em li gel hemû mafên destûrî û yasayî yên gelê Kurdistanê ne. Piştevanîya xwepêşandanên asayî, şaristanî û aştiyane yên gelê Kurdistanê dikin. Em dixwazin ku mirov azad be di derbirîna bîr û baweriyên xwe, lê bi rengekî ku azadiyê binpê neke û mafên kesên din înkar neke.”
Got jî: ”Tişta ku me dîtiye, mixabin xelkekî di rewşeke nexweş de dijîn û têdigihin nîgeraniya wan. Bi taybetî hin kesan xwe xistin nava xwepêşandanan û li şûna ku bi awayekî aştiyane protesto bikin, bi tundî kirin.”
Mesrûr Barzanî tekez kir: “Em weke Hikûmeta Herêmê di yek demekê de piştgîriya xwepêşanderan dikin, lê di heman demê de erkê aramiya welat diparêzin. Ez daxwazê ji hemû xwîşk û birayên xwe dikim, ku têbigihin vê rewşa nexwestî ya Herêma Kurdistanê.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Pirsgirêkên me ne tenê mûçeyê ye. Çend sal in mafên me tên binpêkirin. Me destûrek heye û me her dem daxwaza bicihanîna destûrê kiriye, da ku mafên xwe misoger bikin.”
Got jî: “Ez daxwazê ji wan kesan dikim, yên ku xwepêşandanan dikin û ewên ku li mala xwe rûdinên û li hêvîya xweşbûna rewşê ne, alîgir û piştevanên me bin, da ku em çareyeka guncayî ji arêşeyan re bibînin.”
Da zanîn jî: “Hikûmet bi dengê we hatiye dirustkirin. Hikûmet berî her kesî xemxurê pirsgirêkên xelkê Kurdistanê ye. Hikpmetek e ji bo xizmeta we dixebite. Hikûmet ji her kesî zêdetir li aliyê gel e.”
Herwiha diyar kir: “Niha du alî hene, bereyê parêzerên Kurdistanê û bereyê wan nehezên ku dixwazin vê krîzê tevlihev bikin. Ez bawer im ku piraniya gelê Kurdistanê yên ku ji bo dirustkirina vê ezmûnê qurbanî dan, ne amade ne vê ezmûnê têk bidin.”
Herwiha got: “Di çend rojên derbasbûyî de di televizyon û medyaya civakî de hatin weşandin, êrîşkirina li birayê şehîd û lêdan, mûçeyê dabîn nake. Bêrêzî li xwîna şehîdan, şewitandin û têkdana dibistanan, ne mafê rewa yê gel û xwepêşandêran e. Ev kes dixwazin van xwepêşandanan bi aliyekî din ve bibin. Êrîşa li ser westgehên elektirîkê, bi ti awayî xizmeta gel nake û ne di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye. Êrîşa li ser navenda trafîkê û saziyên hikûmetê ne di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Îro me biryar da ku şanda Herêmê serdana Bexdayê bike, da ku danûstandinan ji bo bidestxistina mafên darayî yên gelê Kurd bike. Me ti hincetek ji Bexdayê re nehiştiye. Ji destpêka kabîneyê ve, em bi komeke pirsgirêk re rû bi rû man, ku yek ji wan jî ne me dirust kiribû. Belavbûna Korona ne di desthilatdariya me de ye.
Diyar kir jî: “Têkçûna rewşa aborî ya cîhanê bandoreke neyînî li ser rewşa aborî ya gelê Kurdistanê jî kiriye. En ne sûçê me ye û me neafirandiye. Daketina buhayê petrolê, ne sûcî Hikûmeta Herêmê bû, ev bazara navneteweyî ku buhayê petrolê kêm kiriye ku yek ji girîngtirîn çavkaniyên dahata Herêmê ye. Ligel wê jî me hewl da ku pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan me hewldanên xwe yên bi Bexdayê re domandin.”
Herwiha got: “Bila ez hin rastiyan nîşanî we bikim? Ji destpêka vê kabîneyê ve, me serdana BaxdaYê kir û me ji bo çareserkirina arîşeyan bi hIkûmeta berê û ya niha ya Baxdayê re gengeşe kir. Pirsgirêkên me ne tenê mûçe ye. Pirsa xak, nasname, pêkanîna destûrê, mafên rewa yên gelê me jî hene. Mixabin hîn jî em dibînin ku li hinek cihan dagîrkirina axa gelê Kurdistanê berdewam e.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî aşkere kir jî: “Gelek caran tê gotin ku hikûmeta Herêmê ji bo firotina petrolê peymaneke 50 salî îmze kiriye, ev peyman bi ti awayî ne rast e. Kabîneya berê bi neçarî biryara hinardekirina petrolê da, piştî ku budçeya Herêmê hate rawestandin. Ji bo dabînkirina dahata ji bo mûçexurên Herêmê, biryara hinardekirina petrolê hate standin. Ji bo vê yekê jî gelek kompaniyên navnetewî ku amadebûn werin Kurdistanê û werberhênanê bikin, pêwîstiya wan bi piştgiriya hikûmeta Herêmê hebû. Girêbesta 50 salan rastiya wê ew e, tenê ji bo şandina petrola Herêma Kurdistanê di Tirkiyê re ji bo bazarên navdewletî ye. Ti girêbest û peymanên 50 salî ji bo firotina petrolê bo Tirkiyeyê nekirine.”