Li Herêma Kurdistanê 13 kesên din Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê dawî amarên vîrûsa Koronayê ragihandin
Hewlêr (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand dawî amarên vîrûsa Koronayê ragihandin û diyar kir, 13 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de, 287 kes bi Koronayê ketin. Li hemberê jî 163 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîş 99 hezar û 501 kesî. Ji wê hejmarê jî, 3 hezar û 256 kesan canê xwe ji dest dane.