Mesrûr Barzanî: Çekdarên PKKê ji berê zêdetir li Şingalê ne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, çekdarên PKKê ji berê zêdetir li Şingalê ne.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, çekdarên PKKê ji berê zêdetir li Şingalê ne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferansa rojnamevanî de bersiva pirsa peyamnêrê K24ê da û ragihand, çekdarên PKKê ji Şingalê venekişiyane. Ew ji bo çend demjimêran vekişan û piştre bi cilûbergên din hatin nava Şingalê.
Mesrûr Barzanî got jî: “Niha hejmara çekdarên PKKê li Şingalê ji berê zêdetir e û beşek ji wan ji Sûriyê derbasî Şingalê bûne.”
Pêştir fermandarên Iraqê ragihandibûn, di çarçoveya rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê de, çekdarên PKKê ji Şingalê vekişiyane û baregehên xwe vala kirine.