Geştên esmanî di navbera Qamişlo û Beyrûtê de destpê dikin
Parêzgarê Hesekê radighîne, beriya serê salê geştên esmanî di navbera Firokxaneyên Qamişlo û Beyrûtê de destpê dikin.

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Hesekê radighîne, beriya serê salê geştên esmanî di navbera firokxaneyên Qamişlo û Beyrûtê de destpê dikin.
Ofîsa ragihandinê ya Parêzgarê Hesekê yê hikûmeta Sûriyê belav kir, Parêzgarê Hesekê Xesan Xelîl li ser destpêkirina geştên esmanî yên di navbera firokxaneya Qamişlo û Beyrûtê de erê kiriye û piştî bidawîkirina amadekariyan, dest bi geştên esmanî dikin.
Parêzgarê Hesekê dibêje, rêkarên wan di çend rojên bê de bi dawî tên û dê yekem geşt beriya serê salê encam bidin.
Xelîl got, amêrên pişkinîna Korona li Firokxaneya Qamişlo danî ne, ji bo bikarin kesên ji Lubnanê tên Qamişlo pişkinîn bikin.
Geştên esmanî di navbera Qamişlo Beyrûtê de, di çarçoveya rêkarên xwe xweparêziyê yên li dijî belavbûna vîrûsa Koronayê, di meha Adara borî de rawestiyabûn.
Ji dawiya meha Îlona borî ve Rêveberê Giştî yê Saziya Firokewaniya Sivîl li Sûriyê Besem Mensûr amadebûna firokexaneyên Laziqiye, Heleb û Qamişlo ji bo ji nû ve dest bi geştan bikin nîşan dabû.