Danûstandin di navbera hikûmeta Herêmê û Iraqê de dest pê kir
Şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro li Bexdayê derbarê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de, dest bi civînan dike.
Hewlêr (K24) – Şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro li Bexdayê derbarê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de, dest bi civînan dike.
Duhî şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî gihîşt Bexdayê û ligel Wezîrê Darayî û Wezîrê Petrolê yên Iraqî civiyan.
Di civînê de, Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî tekezî li ser helwesta Herêma Kurdistanê ya pabendbûna bi erkên xwe yên li gor yasaya qerzê, li hember ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bê dabînkirin.
Biryar îro jî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend hevdîtinan bi berpirsên Hikûmeta Iraqê re bike.
Ev di demekê de ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hukûmeta Herêma Kurdistanê ti bihaneyek ji bo rêkefina bi Baxdayê re nehîştiye, ji ber vê yekê jî divê Hikûmeta Iraqê erkên xwe bi cih bîne.