Pispor: Tirkiye niha nikare operasyonekê li Eyn Îsayê bike

Ji ber geşedanên li Lîbya, Azerbeycan û Rojhilatê Behra Spî ev demek e di rojeva Tirkiyê de Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê zêde cih nagire.

Sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê
Sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê

Enqere (K24) – Di heyama nû da li ser politikaya Sûrîyê ya Tirkîyê nîqaş berdewam dikin. Ev demekî ye livûtevgerdarîya leşkerî ya Tirkîyê li derdora Eynul Îsa berdewam dike. Lê li gorî pisporên Tirkîyê, li ser Eynul Îsa hevdîtinên Tirkîye û Rûsyayê didomin û wê Tirkîye li gorî encaman tevbigere. Her wiha li gorî pisporan piştî Biden wê Tirkîye jî politikaya xwe ya heyî ya li Sûrîyê biguherîne.

Ji ber geşedanên li Lîbya, Azerbeycan û Rojhilatê Behra Spî ev demek e di rojeva Tirkiyê de Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê zêde cih nagire. Lê di rojên dawî da li ser Eynul Îsa livûtevgerdarîya Tirkîyê zêde dibe û li gorî çavkanîyên herêmî Rûsya amadehî dike ku vê derê teslîmê rejîma Esed bike. Her wiha bi guhertina rêveberîya Amerîkayê li ser Sûrîye û Rojava politikaya nû ya Tirkîyê jî tê meraqkirin.

Li gorî Sekreterê Giştî yê sazîya SASAMê Muhammed Işik, bi serkeftina Biden wê li herêmê Tirkîye jî hin guherînan pêk bîne û di heyama bê da wê ev yek xwe li qadê bide der.

Pisporê Ewlehîyê Muhammed Işik ji K24ê re got: "Hilbijartina Biden hemû dengeyên li cîhanê guherand û ev yek bandora xwe da ser Tirkîyê jî. Wisa tê çaverêkirin ku Tirkîye jî wê li Sûrîyê li gorî politikaya nû ya Amerîkayê politikaya xwe revize bike. Ji loma jî ez di vê proseyê da bawer nakim ku Tirkîye operasyonekê berfireh pêk bîne."

Pisporê ewlehîyê yê sazîya SDEyê Mîthat Işik jî, destnîşan dike ku Tirkîye di vê heyamê da li dijî bakurê Sûrîyê operasyonekê nade destpêkirin.

Mîthat Işik diyar dike: "Li gorî min di vê heyamê da wê Tirkîye li dijî bakurê Sûrîyê operasyonekê leşkerî nede destpêkirin. Niha Tirkîye berê xwe daye Şingalê. Jixwe Rûsya amadehî dike ku Eynul Îsa teslîmê rejîmê bike. Li gorî min niha ev mijar di navbera Tirkîye û Rûsyayê da tê gotûbêjkirin û wê li gorî encaman wê Tirkîye pêngavan bavêje."

Tirkîyeya ku ji li Sûrîyê hevalbendîya Rûsyayê dike piştî ku Biden dest bi kar kir û poltîîkaya nû ya Amerîkayê dîyar bû û şûnde wê polîtîkayekê çawa bimeşîne dibe cihê nîqaş û nirxandinan.