Serok Barzanî pêşwaziya Mihemed Tewfîq kir
"Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tehdayî û zordariyê li kes nake û tehdayiya kesek jî qebûl nake."
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro pêncşemê 10ê Kanûna 2020an li Selahedîn pêşwaziya Kadroyê Navçeya Seyîd Sadiq a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mihemed Tewfîq kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî li tendirustiya Mihemed Tewfîq pirsî û tekezî li wê yekê kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tehdayî û zordariyê li kes nake û tehdayiya kesek jî qebûl nake.
Roja 7ê Kanûna 2020an, hinek kesan bi navê xwepêşandanê êrîş kirin ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li navçeya Seyîd Sadiq û di wê bûyerê de çend kes êrîşî Mihemed Tewfîq kirin.
Ev kiryara êrîşkaran li nav xelkê, rastî bertekê hat û gelek kesên bikarhênerên medyaya civakî, wêneya Mihemed Tewfîq danîn ser profîla xwe û rexne li wan kesan kirin ku binavê xwepêşandanê êrîşî baregeha PDKê kirin û canê Mihemed Tewfîq êşandin.