Aktar: Yekîtiya Ewropayê li hember binpêkirina nirxên demokrasiyê bêdeng dimîne

Mafnas Mehmet Emîn Aktar diyar dike ku ji ber mijarên aborî û penaberan ew ne çaverê ye ku biryarên nû bên sepandin, lê dibe ku Tirkiye, ji ber polîtîkaya derve û navxwe bê hişyarkirin.

Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê û Mafnas Mehmet Emîn Aktar
Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê û Mafnas Mehmet Emîn Aktar

Diyarbekir (K24) - Lûtkeya Serokên Welatên Yekîtiya Ewrûpayê birêve diçe. Egera sepandina biryarên nû li ser Tirkiyeyê jî tê nîqaşkirin. Li gorî nirxandina mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Rûstem Erkan, ji ber pêwendiyên aborî dê Yekîtiya Ewrûpayê biryarên tûnd li ser Tirkiyeyê nede lê dibe ku hin hişyarî bên dayîn. Mafnas Mehmet Emîn Aktar jî dibêje; ji ber mijarên aborî û penaberan ew ne çaverê ye ku biryarên nû bên sepandin, lê dibe ku Tirkiye, ji ber polîtîkaya derve û navxwe bê hişyarkirin.

Li Brûkselê, 10 û 11ê Kanûnê Lûtkeya Serokên Welatên Yekîtiya Ewrûpayê birêve diçe. Ji ber alozbûna pêwendiyên di navbera Tirkiye û hin welatên Ewrûpa wekî Fransa, Yewnanîstan, Avusturya û Qibris de, egera sepandina biryarên nû tê nîqaşkirin. Mamosteyê Beşa Civaknasiyê li Zanîngeha Dîcle Prof. Dr. Rûstem Erkan dibêje; ji ber pêwendiyên baş ên aborî ew ne di wê baweriyê de ku Ewrûpa biryarên tûnd li ser Tirkiyeyê bide lê belê dibe ku ji ber helwesta ya li Qibris û Deryaya Naverast Tirkiye bê hişyarkirin.

Prof. Dr. Rûstem Erkan ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di demên dawiyê de hem ji ber pirsgirêkên navxwe yên Yekitiya Ewrûpayê hem jî ji ber siyaseta navxwe ya Tirkiyeyê, pêwendiyên Tirkiye û Ewrûpa hinekê aloz dibin. Niha qeyran li ser Deryaya Naverast û Qibris e. Dibe ku di van her du mijaran de Tirkiye bê hişyarkirin. Lê ji ber têkiliyên abûrî pêwendî qut nabin. Tirkiye xwedî tedbîr e. Lê Ewrûpa naxwaze ku Tirkiye zêdetir nêzîkî Rûsyayê bibe.”

Di rêwitiya Tirkiyeyê ya ji sala 1963an ve ji bo endametiya Yekîtiya Ewrûpayê de, pirsgirêka Kurd wekî xaleke girîng tê nirxandin û her Yekîtiya Ewrûpayê ji ber binpêkirina mafên mirovan gelek caran rexne li Tirkiyeyê digire û dixwaze Pirsgirêka Kurd li gorî mafên mirovan yên rewa bê çareserkirin. Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê û Mafnas Mehmet Emîn Aktar dibêje; bi taybetî ji 2015an ve li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan gelek zêde bûne û Yekitiya Ewrûpayê jî ji ber berjewendiyên xwe êdî prensîbên xwe binpê dike û li hemberî van pinpêkirinan bêdeng dimîne.

Mafnas Mehmet Emîn Aktar destnîşan kir: “Di dema dawiyê de tiştên ku bi serê me hatine û ev pozisyona rêveberiya Tirkiyeyê ku li hemberî Kurdan girtiye ji aliyê Yekitiya Ewrûpayê ve bi bêdengiyê tê pêşwazîkirin.  Ji ber vê yekê tu hêviyeke Kurdan ji Yekitiya Ewrûpayê tune ye. Ango tu hêviya Kurdan nîne ku Ewrûpa biryareke bide û ev biryar li ser daraz, mafê mirovan û hiqûa  Tirkiyeyê bandorê bike û bêhna Kurdan pê fireh bibe. Ez bi vê nebawer im.”

Li gorî nirxandina pisporan, Tirkiye kelha NATO’yê ya li Deryaya Naverast e her dîsa ji ber ku Ewrûpa naxweze penaberên li Tirkiyeyê derbasî Ewrûpa’yê bibin Ewrûpa dê ji lûtkeyê biryarên giran dernekevin. Li hemberî daxwaza Fransa, Yewnanîstan, Avusturya û Qibris, helwesta Elmanyayê tê meraqkirin. Pisporên mijarê dibêjin; dê Elmanya jî piştgiriya hişyarkirina Tirkiyeyê bike lê belê dê dîsa hewl bide ku pêwendiyên di navbera Brûksel û Enqereyê de qut nebin.

Fly Erbil Advertisment