Naveroka sizayên Amerîkayê bo ser Tirkiyê tê eşkerekirin

Ji ber kirîna sîstema berevaniyê ya mûşekî ya S-400, Amerîka sizayan bi ser Tirkiyê de disepîne û ew siza 12 xal li xwe digrin.

ALa Tirkiye û ala Amerîkayê
ALa Tirkiye û ala Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber kirîna sîstema berevaniyê ya mûşekî ya S-400, Amerîka sizayan bi ser Tirkiyê de disepîne û ew siza 12 xal li xwe digrin.

Li gor raporteke ajansa Reutersê, ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400, Washington sizayan bi ser Enqerê de disepîne, çend sizayên giran jî li xwe digre û kesayet û aliyan dike armanc.

Sizayên ku dê werin sepandin, di çarçoveya yasaya Têkoşîna li hember Dijberên Amerîkayê de werin cîbicîkirin û ji 12 xalan pêk tê.

Sizayên pêşbînîkirî wiha ne:

1- Sizaya bi ser bawerî û alîkariyên li banka hawirde û hinarde yên li Amerîkayê

2- Sizaya bi ser hinardekirina kelûpel û xizmetguzariyên Amerîkî

3- Sizaya bi ser deynên mezin ên li saziyên darayî yên Amerîkayê

4- Xebata li ser blokkirna deynan li saziyên darayî yên cîhanê, ku IMF û Banka Cîhanî jî li xwe digre.

5- Sizaya bi ser saziyên darayî, ku sindoqên hikûmeta Amerîkayê li xwe digre, an jî rola navbeynkar dilîze.

6- Sizaya bi ser firotina kelûpel û xizmetguzariyên Amerîkayê

7- Sizaya bi ser her serederiyeke nextî ya biyanî, ku di jêr desthilata yasayên Amerîkayê de be.

8- Sizaya bi ser her muamele û hewaleyeke bankî, ku di jêr desthilata yasayên Amerîkayê de be.

9- Sizaya bi ser her muameleyeke girêdayî xaniyan be.

10- Sizaya bi ser her berhemanînek di muameleya deynan, an jî pişkên Amerîkayê de.

11- Redkirina vîzeya geştê ya wan kesên karmendên kompanî an jî xwedîkarên hatine sizadan.

12- Sizaya bi ser berpirsên cîbicîkar ku peywendiya wan bi kesayet û aliyên ku hatine sizadan, heye.