Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Kazimî û Helbûsî dicive
Şanda Danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Serokê Parlemento û Serokwezîrê Iraqê dicive.

Bexda (K24) – Şanda Danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Serokê Parlemento û Serokwezîrê Iraqê dicive.
Nûçegihanê Kurdistan24ê Şivan Cebarî li Bexdayê ragihand; biryar îro Şanda Danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina beşa budceya Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceya sala 2021ê de ligel Serokê Parlementoyê Mihemed Helbûsî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û wezîrên petrol û darayî û herwiha çavdêriya darayî û lijneya darayî ya li Parlementoya Iraqê bicivin.
Li gor zanyariyên nûçegihanê me, di civînê de şanda hikûmetê mijara şandina 320 milyar dînarên meha Cotmehê jî dê gotûbêj bike, ku Bexda heta niha neşandiye.
Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî ragihand: “Biryar e piştî nîvro, civîna lûtke li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê û Serokê Parlementoya Iraqê û Serokê Lijneya Darayî were encamdan ji bo gotûbêjkirina çawaniya rêkeftina navbera Herêm û Bexdayê.”
Semîr Hewramî herwiha eşkere kir: “Şanda Herêmê hewla garantîkirina 320 milyar dînarên mûçeya fermanberên Herêmê û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê di yasaya tijekirina valahiyê de dide.”
Çar roj in şanda hikûmetê bi serokatiya Qubad Talebanî li Bexdayê ye û di vê demê de ligel berpirsên bilind ên hikûmet û partiyan civiyan.