Fesla Yûsif: ENKS rijd e bi PYNKê re hevpariyeke rasteqîne çêbike

Îro Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Qamişlo civiyabû û pirsên diyaloga Kurdî - Kurdî û hin pirsên din ên girîng gotûbêj kiribûn.

Endama Desteya Serokatiya ENKSê Fesla Yûsif
Endama Desteya Serokatiya ENKSê Fesla Yûsif

Hewlêr (K24) – Endama Desteya Serokatiya ENKSê Fesla Yûsif tekez dike, ENKS tekeziyê li ser berdewamî û serxistina diyaloha yekrêziya navmala kurdî dike, heta ku bi PYNKê re bigihe rêkeftineke rasteqîne.

Îro Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Qamişlo civiyabû. Derbarê civînê de, Endama Desteya Serokatiya ENKSê Fesla Yûsif diyar kir, di civîna de rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî, rewşa kurdan, hebûna ENKSê di nava Îtîlafa opozîsyona Sûriyê, Komîta Destûrê û Eniya Aştî û Azadiyê de hatin gotûbêjkirin. Herwiha hin pirsên din karê rêxistinî yên ENKSê jî hatin gengeşekirin.

Fesla Yûsif diyar kir jî, ENKSê di civînê de bi firehî li ser pirsa diyaloga Kurdî – Kurdî re sekinî. Civînê tekezî li ser berdewamî û serxistina diyaloha yekrêziya navmala kurdî kir, heta ku bi PYNKê re bigihin rêkeftineke rasteqîne û hevpariyeke rasteqîne bi Rêveberiya Xweser re bikin.

Danûstandinên ENKS û PYNKê ku demek e rawestiyane û tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de dest pê bibe, Fesla Yûsif da zanîn jî, hîna Balyozê Amerîkî roja destpêkirina civînan destnîşan nekirin, ji bo ku şandên ENKS û PYNKê li ser maseya danûstandinê bicivin.

Herwiha got: “Ji ber çûna aliyê Amerîkî yê ku serperiştiya danûstandinan dikir bo Amerîka, danûstandin hatibûn rawestandin. Niha şanda Amerîkî vegeriyaye rojavayê Kurdisanê û em wek ENKSê li benda wê ne ta ku roja civînê bê diyarkirin.”

Li ser pirsa Komîta Destûra Sûriyê ku berî hefteyekê civînê gera 4emîn li Cenêvê bê encam bi dawî bûbû, Fesla Yûsif diyar kir, heta niha rêjîma Sûriyê li ser pirsa destûrê ne cidî ye û her dem astengiyan çêdike û ti gav di danîna xalên destûrê de nehatine avêtin. Heta ku ji fişareke navdewletî li ser rêjîma Sûriyê çênebe, rêjîm ti gavên cidî di pirsa destûrê de navêje.

Fly Erbil Advertisment