Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê 10 kesên din Efrînê revandin
Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê bi bihaneyên cuda, xelkê Efrînê yê sivîl direvîn û eşkence didin ku di çend rojên derbasbûyî de zêdetir 30 kesan ji gundê navçeya Şêrewa ya Efrînê revandin.
Hewlêr (K24) – Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê bi bihaneyên cuda, xelkê Efrînê yê sivîl direvîn û eşkence didin ku di çend rojên derbasbûyî de zêdetir 30 kesan ji gundê navçeya Şêrewa ya Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporekê de belav kir, çekdarên grûpa Feyleq El-Şam bi bihaneya ku li encamderên teqînekê digerin, çend roj in bi ser malên welatiyên gundên Kibêşîn, Basûfan û Bi’iyê yên navçeya Şêrewa de digirin, li welatiyan didin û direvînin û ew gund dorpêç kirine û rê nadin gundî pêwîstiyên xwe peyda bikin.
Rêxistina mafên mirovan ku di çend rojên borî de diyar kiribû ku zêdetir ji 21 kesa ji aliyê çekdaran hetine revandin. Di vê raporê de navê 10 kesên belav kir, ku her ji her sê gundan Kibêşîn, Basûfan û Bi’iyê hatine revandin.
Navên kesên nû hatine revandin wiha ne: Rêzan Îbrahîm Erebo, Dilbirîn Erebo, Remzî Fewzî Elo, Riyad Elî Cuma, Xezalê Menan Husên, Samir Husên Mamed, Basil Husên Mamed, Elî Kazim Elî, Ehmed Hindî Hindî, Şêxo Izedîn.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an ve, bi hezaran welatiyên Efrînê yên sivîl ji aliyê grûpên çekdaran ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa beşeke mezin a revandiyan ne diyar e.