Li Tirkiyê 222 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 29 hezar û 136 kesên din bi korona ketin û 222 kesên din bi Korona canê xwe ji dest dan.

Nexweşxaneyeke Tirkiyê
Nexweşxaneyeke Tirkiyê

Hewlêr (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 29 hezar û 136 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 222 kesên din bi Korona canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca da xuyakirin, cihê kêfxweşî ye ku, hejmara nexweşên giran êdî bilind nabe û da zanîn, bi pabendbûna rênimayan ewê bikaribin kêmtir bikin.

Da xuyakirin, di heyama 24 demjimêran de nêzîkî 190 hezar pişkinîn hatiye kirin û encamên 29 hezar 136 kesan pozîtîf derketiye û 222 kesên din jî bi korona canê xwe ji dest dane.

Da zanîn, hejmara nexweşên giran 5 hezar û 961 kes in û nexweşxane jî di asta sedî 73 de dagirtî ne.