Wezîrê Navxwe yê Iraqê li Şingalê bi fermandarên ewlehiyê re civiya

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Ganimî îro gihîşte Şingalê û ligel fermandarên ewlehiyê yên wê qezayê civiya.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê li Şingalê
Wezîrê Navxwe yê Iraqê li Şingalê

Hewlêr (K24) – Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Ganimî îro gihîşte Şingalê û ligel fermandarên ewlehiyê yên wê qezayê civiya.

Medyaya Iraqî ragihand, sardana Wezîrê Navxwe bi armanca dîtina rewşa meydanî ya Şingalê ye. Lê piştî demeke kurt û ji ber xirapiya rewşa keşûhewayê, ew tenê li Rêveberiya Polîsa Şingalê ligel fermandarên ewlehiyê civiya û dawî bi sardana xwe anî.

Hewlêr û Bexda di meha Cotmeha bûrî de derbarê asayîkirina rewşa Şingalê de rêkeftinek îmze kir, ji bo vegerandina ewlehî, aramî û asayîkirina rewşa Şingalê bi awayekî ku li gel prensîbên destûrî û yasayî be.

Hebûna hêzên çekdar û PKK'ê li Şengalê, nehişt ku rêxistinên navdewletî berê xwe bidin wê herêmê û ji nû ve ava bikin. Vê yekê jî pêşî li vegera koçberan bo cih û warên xwe digirt ku niha ji sedî 80 ji wan di nava kampan de dijîn.