Li Herêma Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 167 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 167 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 167 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 52 kes li Hewlêrê, 39 kes li Silêmaniyê, 65 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 7 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand; 9 kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê NE.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 158 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 100296
Mirin: 3291
Başbûn: 64589
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.