Wezîrê Navxweyî yê Iraqê seredana Şingalê kir

Hevrwiha çavkaniyek ewlehiyê ji medyayê re ragihandiye, armanc ji seredana Wezîrê Navxweyî, bo bidestxistina zanyariyan, derbarê rewşa Şingalê û karên hêzên ewlehiyê, li bajarok bû.

Wezîrê Navxweyî Osman Xanimî digel şandekê seredana Şingalê kir
Wezîrê Navxweyî Osman Xanimî digel şandekê seredana Şingalê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyan li Wezareta Navxweyî ya Iraqê Saed Muin di twittekê de nivîsandiye, ku Wezîrê Navxweyî 'Osman Xanimî digel şandekê seredana Şingalê kiriye û digel Rêveberiya Polîsên wî bajarokî civiya ye.

Hevrwiha çavkaniyek ewlehiyê ji medyayê re ragihandiye, armanc ji seredana Wezîrê Navxweyî, bo bidestxistina zanyariyan, derbarê rewşa Şingalê û karên hêzên ewlehiyê, li bajarok bû.

Dawiya meha borî, rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel Hukimeta Iraqê, bi çavnêriya Neteweyên Yekgirtî, derbarê asayîkirina rewşa Şingalê ketiye warê cîbicîkirinê, lê ligor jêderên navxweyî hîn jî PKK û Heşda Şe'bî ji Şingalê derneketin e. Berovajî, niha hejmara PKKyiyan ji berê  zêdetir e, bi egera yên ji Sûriyê jî hatin e.

Fly Erbil Advertisment