Derheqê nûçeyên 'Hêza Heşda Şebî ya Kurdî' de ji Wezareta Navxweyî daxûyanî
Nûçeyek di dezgehên ragihandinê de belav bûye ku qaşo li ser sînorê Kerkukê Hêzeke kurdî ya ser bi Heşda Şebî ve hatiye damezirandin. Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derheqê vê nûçeyê de daxûyanî da.

Hewlêr (K24) - Nûçeyek di dezgehên ragihandinê de belav bûye ku qaşo li ser sînorê Kerkukê li deverên di bin îdareya Herêma Kurdisanê de Hêzeke kurdî ya ser bi Heşda Şebî ve hatiye damezirandin. Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derheqê vê nûçeyê de daxûyanî da.
Wezaretê destnîşan kir ku ji bo dûvçûna mijarê têkilî li gel Desteya Rêbeberiya Heşda Şebî pêk anîne.
Rêveberiya Heşda Şabî ji bo Wezareya Navxweyî diyar kiriye ku li deverên di bin îdareya Herêma Kurdistanê de çi hêzan ava nakin û wan çi peywendî li gel van nûçeyan nînin.
Herwih Heşda Şebî diyar dike ku "Dê lêkolîn bikin, heger ji dervey agahdariya Desteya Rêbeberiyê hêzek hatibe avakirin dê hilweşînin."