Çekdaran 5 welatiyên din ên Efrînê revandin
Ji bilî revandina welatiyên sivîl, baca zêdetir ji 1100 teneke zeyt jî li gundekî din sepandin
Hewlêr (K24) – Grûpên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, 5 kes ji gundekî Efrînê revandin. Baca zêdetir ji 1100 teneke zeyt jî li gundekî din sepandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Feyleq El-Şamê roja pêr 12.12.2020an, 5 welatî ji gundê Meydan Ekbes yê navçeya Raco dema di nava zeviyekê kar dikirin revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Navên kesên hatine revandin wiha ne: Salih Hac Hemed, Mihemed Mistefa, Farûq Xelîl Hemo, Husên Mistefa, Îmad Mûsa Hesen.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir di raporteke din belav kir, çekdarên grûpa Elmuntesir Billah baca 1114 teneke zeyt li 15 cotkarên gundên Umera yê navçeya Raco sepandine.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an ve, bi hezaran welatiyên Efrînê yên sivîl ji aliyê grûpên çekdaran ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa beşeke mezin a revandiyan ne diyar e.