Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Holenda kir
Serok Barzanî spasiya Holenda kir ku li şerê DAIŞê de alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de ye. Herwiha hewlên Hikûmeta Holanda yên ji bo yarmetîdan a kerta çandinî ya Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedîn, pêşwaziya Konsulê Giştî yê Holanda li Hewlêrê Hans Akerboom kir.
Di hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Holenda li Hewlêrê amadehiya welatê xwe ya ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê li geşepêdan a kerta çandinê de nîşan da. Herwiha tekez jî li ser berdewambûna hevkariyên welatê xwe yên ji bo hêzên Pêşmerge li rûbirûbûn a DAIŞê de kir.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya Holenda kir ku li şerê DAIŞê de alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de ye. Herwiha hewlên Hikûmeta Holanda yên ji bo yarmetîdan a kerta çandinî ya Herêma Kurdistanê bilind nirxand.