Şêx Evdilselam Barzanî di 106emîn salvegera şehîdkirinê de hat bibîranîn
Di salvegera şehîdkirina Şêx Evdilselam Barzanî de, lêkolînerên û siyasetmedarên Kurd, ew bi bîr anîn.
Diyarbekir (K24) - Di salvegera şehîdkirina Şêx Evdilselam Barzanî de, lêkolînerên û siyasetmedarên Kurd, ew bi bîr anîn û balê kişandin ku Evdilselam Barzanî hîmdarekî rêbaza neteweperiya Kurd e ku xwedî feraset û palsaziya dewletbûnê bû.
Şêx Evdilselam Barzanî yê ku bi rêxistinkirina 7 eşîrên Kurdan, bi daxwazên xwe yên Kurdperwerî û welatparêzî û bi çaksaziyên ku 114 sal berê ragihandiye û hê jî ew çaksazî ji bo her welatekî çaksaziyên pêşketî ne, tê nasîn û bi gelek taybetiyên xwe di 106. Salvegera davekirinê de ha bibîranîn.
Lêkolînerê Kurd Kerem Serhedî tîne ziman ku Şêx Evdilselam Barzanî, xwedî hizr û bîreweriya damezrandin û birêvebirina dewletekî bû û kirinên wî jî wê feraseta Wî a berfireh nişan didin. Serhedî balê dikşîne li ser daxwazên ku ji Osmaniyan kiriye û Kurdî li Kurdistanê wek him diyar kiriye mînq dide.
Kerem Serhedî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ji bo me Kurdan ev roj rojeke xweş nîne, rojeke reş e. Şans û kedera me Kurdan wisa ku salê rojeke me ya xweşî heye Newroz, wekî din her rojên reş in ku kuştin û qirkirina Kurda ye. Di 1914an de dîsa li Bedlîsê, piştre serhildana Şêx Seîd, beriya wî, Şêx Evdilselam Barzanî, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Qasimlo, Elîşêr û Geliyê Zîlan hemû rojên me yên reş in. Îro jî rojeke reşe ku Şex Evdilselam hatiye darvekirin”
Kerem Serhedî dîsa balê dikşîne li ser çaksaziyên ku Evdilselam Barzanî ragihandiye û dide zanîn ku rakirina kelen, rakirina miyet kirina axayan û parvekirina derfetên civakî bi awayekî dadwerî di serî de; çaksaziyên demokratîk ku kiriye, hêj jî ji bo pêşketina civakan wek rêbazin.
Serokê Partiya Demokrat a Kurd (PDK) ku nû li bakur hatiye damezrandin, Raşîd Akici jî di salvegera darvekirina Şex Evdilselam Barzanî de bibîr anî û ragihand ku dê neviyên wî, rêbaz û şopa wî bidomînin.
Raşîd Akici diyar kir: “Wek hûn dibînin kadroyên me hemû ciwan in û ev jî tiştekî girîng e. Yanî li ser xeta neteweyî, li ser xeta Mele Mistefa Barzanî, li bakurê Kurdistanê bi ciwanan birêve bibin. Em jî dibêjin ku bi ciwanan re înşelah emê serkeftî bibin.”
Hêjayî gotinê ye ku gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl û civakî yên li bakurê Kurdistanê bi daxûyaniyên nivîskî Evdilselam Barzanî bibîr anîn.