DAIŞê li Dêrazorê du kes revandin û bi hovane dawî li jiyana wan anîn
Di van demên dawî de şaneyên DAIŞê yên raketî li biyaban û deştên Sûriye dîsa çalak bûne û rojane binpêkirinên mafên mirovî encam didin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Çekdarên rêxistina DAIŞê li gundekî Dêrazorê du sivîl revandin û dawî li jiyana wan anîn.
Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovî belav kiriye ku endamên DAIŞê ser maleke li Dêrazorê navçeya Bisêrê de girtine û ji wan daxwaza 1000 dolaran kirin.
Berî niha hatibû belavkirin ku çekdarên DAIŞê gef li karmendên parzûngehan xwarine û "zekat" li ser wan ferz kirine.
Piştre DAIŞê du sivîl revandin û serê wan jê kirin.
Di van demên dawî de şaneyên DAIŞê yên raketî li biyaban û deştên Sûriye dîsa çalak bûne û rojane binpêkirinên mafên mirovî encam didin.