"Di navbera Tirkiye û Îranê de kêşeyên nû rû bidin"
Piştî ku di serdana xwe ya Azerbaycanê de serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di daxuyaniya xwe de derbarê xaka Îranê de jî helbestek xwand ev yek rastî nerazîbûna rayedar û parlementerên Îranê hat. Piştre ji aliyê rayedarên her du welatan we weke ku mijar xelet hatiye famkirin daxuyaniyên hevbeş hatin ragihandin.
Enqere (K24) - Piştî ku di serdana xwe ya Azerbaycanê de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di daxuyaniya xwe de derbarê xaka Îranê de jî helbestek xwand ev yek rastî nerazîbûna rayedar û parlementerên Îranê hat. Piştre ji aliyê rayedarên her du welatan we weke ku mijar xelet hatiye famkirin daxuyaniyên hevbeş hatin ragihandin.
Ev arîşe her çiqas di demeke nêz de hatibe çareserkirin jî pisporê pêwendiyên navdewletî Prof. Dr. Huseyin Bagci dibêje pêwendiyên Tehran û Enqerê ev heyameke dirêje rageş e û rojên bê de dê li ser di mijaran rageş zêde bibin.
Prof. Huseyin Bagci ji Kurdistan24ê re dibêje, "Her çiqas di navbera Tirkiye û Îranê de di gellek waran de havkarî hebe jî êdî di navbera her du welatan de kêşeyek heye û ev kêşe dê rojên pêşiya me de gur bibe û çareserkirina wê jî dê zehmet be. Di navbera netewperweriya Tirk û netewerweriya Îranê de qadeke nû ya alozî û rageşiyê dest pê kir. Di rojên pêşiya me de di navbera Îran û Tirkiyê de rageşiyên sûprîz dê xwe bidin der li ser netewperwerî û oldariyê."
Her wiha li gorî hin pisporên ku li ser pêwendiyên Tirkiye û Îranê lêkolînan dikin jî taybetî di rojên dawî de egera lihevkirina Tirkiyê bi Îsraîl û Misrê re ji bo Îranê bûye sedema aciziyê û aloziya herî mezin dê li Kendava Besrayê xwe bide der.
Pisporê Pêwendiyên Tirkiye û Îranê Doç. Dr. Atay Akdevelîoglu dibêje, "Îran û Tirkiye ev nêzîkê 10 sal in rikeberiya xwe ya li herêmê li ser alozî û rageşiyan birêve dibin. Di rojên dawî de jî egera lihevkirina Tirkiyê bi Îsraîl û Misrê re ji aliyê Îranê ve bûye sedema aciziyan. Taybetî li Kendava Besrayê bereya ku dijî Îranê hatiye avakirin de di heyama Bîden de Tirkiye dê di nava vê bereyê de cih bigre ev girîng e. Rojên bê li kendava Besrayê rageşiyeke mezin li pêşiya pêwendiyên Tirkiye û Îranê de heye."
Herwiha pispor amaje dikin bi destpêkirina heyama serokatiya Joe Bîden de eger heye Tirkiye bi Amerîka, Îsraîl û Bahreynê re li Kendava Besrayê ji bo pêşî lêgirtina Îranê bi hev re tev bigerin û ev hewla Tirkiyê jî dê pêwendiyên bi Amerîka, Îsraîl û çendîn welatên kendavê re berev bi asayîbûnê ve bibe.