Wezareta Tendirustiyê amarên herî dawî yên koronayê ragihand

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 222 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda tedawiya pêketiyên koronayê
Navenda tedawiya pêketiyên koronayê

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 222 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 222 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 43 kes li Hewlêrê, 34 kes li Silêmaniyê, 136 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 8 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand; 3 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes jî li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 320 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 119 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, 172 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 12 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 100719

Mirin: 3303

Başbûn: 65283

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.