Alî Fîkrî Işik: Divê Tirkiye dest ji vê siyaseta xwe ya derve berde
Çavêdêrê siyasî Alî Fîkrî Işik li ser dorpêçên Amerîkayê yên ser Tirkiyê diyar kir: “Divê Tirkiye dev ji vê siyaseta derveyî ya jeopolîtîk berde.”
Alî Fîkrî Işik ji Stenbolê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser dorpêçên Amerîkayê yên ser Tirkiyê, bersiv da pirsên Cemal Batun.
Alî Fîkrî Işik “Tirkiye sûcdar e, Tirkiyê diviya S-400 nekiriya, piştî ku we ev çek kirî, hûnê bizanin ku Amerîka dê bertekê nîşan bide. Di vir de du nirxandin derdikevin holê, yek; nirxandineke rûtîn e, bivê nevê, dê Amerîka derheqê van S-400an de biryareke bida, ku yasayeke wan heye, ev qanûn berê li hember Çînê hat sepandin, li gor vê qanûnê kesên ku bi neyarên Amerîkayê re karûbarên li ser çekan bike, ewê cezayan li wan bide. Ya didoyan; Amerîka di vê pêvajoya nû de, bi alîkariya Yekîtiya Ewropayê dixwaze ku Tirkiye hê nêzîkî wan bibe.”
Li ser sedema daxwaza vê nêzîkbûnê eşkere kir: “Pêşî ji bo siyaseta Rojhilata Navîn, dû re siyaseta Behra Spî û helbet ji bo têkiliyên Yekîtiya Ewropayê. Ev bandoreke mezin dê li ser Tirkiyê bike. Sanayiya çek ya Tirkiyê, ji serî heya binî girêdayî Amerîkayê ye.”
Li ser pirsa "Gelo dibe ku desthilata Joe Biden li hember Tirkiyê tundtir tevbigere?" diyar kir: “Helbet mebesta van bandoran, lawazkirina Tirkiyê ye. Siyaseta Tirkiyê ku vê demê dimeşand, ew siyaseta jeopolîtîk, kesî qani' nake û kes jî vê siyasetê naparêze. Divê Tirkiye dev ji vê siyaseta derveyî ya jeopolîtîk berde. Niha îmkan ketine destê Amerîkayê, jixwe Trump jî bivê nevê ev dixwest, lê em baş dizanin Pompeo jixwe bi helwest bû, Pompeo ji berê ve dixwest ku dorpêçkirina Tirkiyê bi tundî pêk were.”
Li ser berteka Rûsya û Îranê ku li hember dorpêçên Amerîkayê yên ser Tirkiyê bertek nîşan dan, Alî Fîkrî Işik diyar kir: “Weke hûn jî dizanin ev CAATSA ji bo Rûsya, ji bo Bakurê Kore û ji bo Îranê derket. Helbet ewê bertek nîşan bidin.”
Li siyaseta Tirkiyê tê gotin ku Tirkiye dê bersiva Amerîkayê bide û Baregeha Încîrlîkê bigre, li ser vê mijarê Alî Fîkrî Işik diyar kir: “Tirkiye nikare, lê ev ji bo raya giştî gotegot in, ti wateya wan a giran ji bo siyasetê tine.”