Kêlgehên petrolê yên Kerkûkê, ne parastî ne
Tevî hebûna bi sedan çekdar û hêzên cûr bi cûr ên li Kerkûkê, heta niha nekarîne kêlgehên petrolê ji gefên terorîstan biparêzin.

Kerkûk (K24) – Tevî hebûna bi sedan çekdar û hêzên cûr bi cûr ên li Kerkûkê, heta niha nekarîne kêlgehên petrolê ji gefên terorîstan biparêzin. Serokê Lijneya Petrol û Enerjî yê li Parlementoya Iraqê, valahiya ewlehî ya bajarê Kerkûkê li xwe mikur tê û hêzên ewlehiyê jî bi xemsariya di parastina ewlehiya kêlgehên petrolê de tohmetbar dike.
Di nava hefteyekê de du bîrên petrolê li kêlgeha Xebaze hatin teqandin û zirara rojane jî ji hezar heta du hezar bermîl petrol e.
Piştî 16ê Cotmehê ve, ti kêlgeheke petrolê li Kerkûkê ji gefên komên çekdar parastî nebûye.
Di nava mehekê de sê car êrîşî kêlgeha Xebaze ya li başûrê Kerkûkê hatiye kirin. Valahiya ewlehiyê heye û hêzên serbazî yên li Kerkûkê nikarin kêlgehên petrolê biparêzin.
Serokê Lijneya Petrol û Enerjî yê li Parlementoya Iraqê ji Kerkûkê, Heybet Helbûsî dibêje: “Valahiya ewlehiyê heye û bi eşkere diyar e, hefteya bê, Fermandarê Operasyonên Kerkûkê û berpirsên din ên ewlehiyê ji îstixbarat û hêzên din dê bangî parlementoyê werin kirin ji bo danîna planeke baş, da ku kiryarên terorîstan dubare nebin.”
Hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê nikarin kêlgehên petrolê ji gefên komên çekdar biparêzin, ne tenê ev, heta niha nikarin rê li ber qaçaxbirina petrolê jî bigrin.
Rojane 200 hezar bermîl petrola Kerkûkê diçin parzûngehan û ji bo pêwîstiya navxwe têne bikaranîn. 100 heta 120 hezar bermîl jî hinardeyî Bendera Ceyhan a Tirkiyê tê kirin.